Îsmet Îbrahîm: Dema mijar dibe Kurd civaka navneteweyî bêdeng dibe

“Dema Beşar Esed çekên kîmyawî li bajarê Xan Şêxûn bi kar anî, bû rojeva raya giştî.
Lê dema dewleta Tirk çekên kîmyewî li Serê kaniyê û Başûrê Kurdistanê li dijî kurdan bi kar anî, civata navneteweyî bêdeng ma.”
Bi van gotinan hiquqnasê ji bajarê Kobanê, Îsmet Îbrahîm diyar kir ku dema mijar dibe Kurd.. Civaka navneteweyî bêdeng dibe.

Hiquqnasê ji bajarê Kobanê, Îsmet Îbrahîm diyar kir ku li gorî rêxistina qedexekirina bikaranîna çekên kîmyawî, dewleta ku çekên kîmyewî bi kar bîne dê were cezakirin.

Îsmet Îbrahîm got ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li Serêkaniyê bi kar anî û bajar dagirkir û cîhanê bi giştî zarokê bi navê Mihemed dît lê tu bertek neda.

Îbrahîm da xuyaikirin ku niha berjewendiyên dewletên navneteweyî bi dewleta Tirk re heye, lê di rojên pêş de wê Tirkiye ji aliyê dadgeha navneteweyî ve were muhasebekirin.

Back to top button