Artêşa qirker gundê Qinêtirê yê Şêrawayê topbaran kir

Artêşa Tirk a qirker ev demeke êrişên xwe li ser xeta Til Temir, Girê Spî û Eyn îsa zêde kirine.
Artêşa dagirker beriya çend saetan careke din kampa sivîlan a Eyn Îsayê topbaran kir dagirker di saetên sibehê de gundê Qinêtir ê bi ser navçeya şêrawa topbaran kir.

Nûçegihanê me li herêmê ragihand ku dewleta qirker bê ketûber gundê el mûeliq, kampa Eyn Îsa ku tije koçberin topbaran kir.

Gundê Dibisê yê Eyn Îsayê û gundê Şêx Îsayê yê Şehbayê hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a qirker hemwextê êrişa li ser Kampa Girê Spî, gundê Qinêtir ê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê da ber topên hawanan.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidesxistin, dewleta dagirker herî kêm 10 topên hawanan avêtiye gundê Qinêtir ê.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gund de, zirareke mezin gihîştiye mala welatiyê bi navê Cuma Xelîl Xidir.

Li aliyekî din artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê gûndê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê jî topbaran kir.

Back to top button