Qubat Talebanî: Girtîgeh ne cihê rojnamevanan e, divê werin berdan

Rojnamevanê Behdînanî Umêd Beroşkî, duh ji bo 3 dozan cuda hat dadgehkirin..
Li ser du dozan cezayê salekê lê hate birîn.

Rojnamevan Umêd Beroşkî, yê ku digel jimareke rojnamevanên din di zindanên PDK’ê ye, duh ji bo 3 dozan hate dadgehkirin.

Dadgeha PDK’ê li ser 2 dozan, ceza salekê li Umêd Beroşkî birî.

Li gor agahiyan, Umêd Beroşkî dê ji ber dozeke din cardin bê dadgehkirin.

Cîgirê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî der barê vê dosyayê de got:

“Em li dijî cezakirina rojnamevanan in.

Girtîgeh ne cihê wan e, tenê cihê sûcdaran e.

Nabe ti rojnamevan bê sedem were cezakirin.”

Qubat Talebanî bang li aliyên azadîxwaz kir ku pêşiyê li ber vê zilm û bêmafiyê bigirin.

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên Behdînanê ji ber bêdadiya PDK’ê dest pê kiribû, 18 roj li dû xwe hiştin.

Li gor agahiyan, rewşa gelek girtiyan nebaş e.

Back to top button