Zêdan El-Asî: Sedema gurbûna êrişan bêdengiya navdewletî ye

​​​​​​​Dewleta Tirk a qirker, roj bi roj êrişên li dij herêmê gurtir dike.
Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî anî ziman ku dagirkerî ji bêdengiya hêzên navdewletî hêzê digire û bi kêfa xwe êrişan dike.

Zêdan El-Asî diyar kir ku sedema êrişên Tirkiyeya dagirker, bêdengî û nakokiyên navbera hêzên mezin e.

Nemaze Rûsya û Amerîka.

El-Asî got:

“Xew û xweziya dagirkeriyê tenê hilweşandina projeya Rêveberiya Xweser e..

Van êrişan dike, da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji hev bixe û lawaz bike..

Bi her awayî li herêmên dagirkirî şêniyan dide koçberkirin..

Û ji ber pêşketina Rêveberiya Xweser, dagirkerî van êrişên hovane li dijî me pêk tîne.”

Back to top button