Efrin…Dagirkerî hewl dide her tiştê bi Kurdî ji holê rake

​​​​​​Dewleta Tirk a qirker guhartina demografiya Efrîna dagirkirî dewam dike..
Berî niha hin komeleyan dest bi avakirina kampên ji bo çeteyan û dibistanên olî kiribû..
Bi vê yekê, dagirkerî hewl dide her tiştê bi Kurdî qir bike..
Li gor Ajansa Hawarê ya Nûçeyan, niha ew kamp û dibistan dikin biqedin..

Dewleta Tirk a qirker ji çaxa dagirkirina Efrînê ve, bêtirî 300 hezar şênî bi zorê koçber kirine..

Li şûna wan, 400 hezar çete bi cih kirine..

Dagirkeriyê ji bo guhartina demografiya herêmê, piştgiriya darayî ji rêxistin û komeleyên girêdayî “Îxwanan” xwestibû..

Li ser bangê, gelek komeleyên Sûrî, Tirkî, Filistîn û dewletên Kendavê, beşdarî avakirina kamp û dibistanên olî bûye..

Ev kamp ji bo bicihkirin çetayan tên amadekirin..

Di demên dawî de, ev komele di avakirinê de zêde çalak bûne..

(Komeleya El-Eyadî El-Beydaa, El-Eyş Bîkerame, El-Etaa, Ereb (48), El-Etaa ya Alîkariyê Mirovî, Rêxistina IHH a Tirkî, Heyva Sor a Tirkî- Wezareta Karûbarên Îslamî ya Kuweytî…)

Li gor Ajansa Hawarê ya Nûçeyan, MÎT’a Tirk bixwe serpereştiya van komeleyan hemûyan dike..

Komeleyan, nêzî 20 kamp ji bo çeteyan ava kirine..

Ew kamp, li gelek li gundên Êzidiyan bi taybetî, weke gundê Şadêrê û Basûfanê, hatine avakirin..

Li wan, gelek mizgeft û dibistanên olî tên avakirin..

Li gor Ajansa Hawarê ya Nûçeyan, Komele ya El-Eyadî El-Beydaa li navenda Efrînê avakirina dibistana olî qedandiye..

Dewlata dagirker û qirker li Efrînê navên gundan diguhêre..

Pereyên Tirî lê bi kar tîne..

Wêneyên Erdogan lê dadilqîne..

Û nasnameyên Sûrî bi yên Tirkî diguhêre..

Bi vê yekê, hewl dide Efrînê bike weke bajarekî Tirkiyê..

Û her tiştên bi Kurdî lê qir bike..

Back to top button