Duh namzetê “PADÊ” li komelgeha borik bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin

Xebatên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş ji bo serkeftinê û parastina mafê êzidiyan li parlamentoya Iraqê, dewam dikin.
Doh Namzetê PADÊ serdana Komelgeha Borik kir.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş ku Êzidî wî weke tekane namzetê xwe dibînin, ji aliyê gel ve bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.

Semîr Derwêş li nav rûspî, esnaf û xelkê komelgehê hemûyan geriya û ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Xelkê Borik soz dan ku ewê dengê xwe bidin Derwêş, ji ber ku tenê ew dikare li parlamentoya Iraqê mafê Êzidiyan biparêze.

Tê payîn ku 10’ê Cotmeha 2021’an, hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin lidarxistin.

Back to top button