Ebrû Gunay:Mijara Kurd pir aliye, ji bo çareseriyê divê rola birêz Ocalan ji nedîtî ve neyê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî mijara muxatabiya pirsgirêka Kurd got: ”Meseleya Kurd pirhêlî ye û li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.Ji ber vê, nîqaşên muxatabiyê qediyaye. 

Di demên dawî de li Tirkiyê, li ser rola Rêber Apo a di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş tên kirin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser nîqaşa “muxatabiyê” ya li ser pirsgirêka kurd li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebrû diyar kir ku meseleya kurd bi esasî meseleya demokrasiyê ya Tirkiyê ye. Bêyî ku meseleya kurd çareser bibe Tirkiye demokratîk nabe, heta ku Tirkiye demokratîk nebe meseleya kurd çareser nabe.

Ebrû Gunay da zanîn ku daxwazên kurdan zelal in, muxatabên meselê jî diyar in, rêya çareseriyê zelal e.

Berdevka HDP’ê li ser rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurde jî wiha anî ziman:

“HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoweya demokratîk çareser bike. Mesele pirhêlî ye li ser mijara çareseriyê nabe ku mirov rola Rêzdar Abdullah Ocalan ji nedîtî ve were.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku pirsgirêka Kurd bûye meseleyeke navnetewî, divê bi hemû aliyên wê re were muzakerekirin û çareserkirin û wiha bidawî kir:

“Mirov nikare rastiya Rêzdar Ocalan ku dibêje, ‘2 Derfetê bila bidin ez ê vê meseleyê di nav heftiyekê de çareser bikim”, ji nedîtî ve were. Ji ber vê, nîqaşên muxatabiyê qediyaye.

Ya ku divê li ser were axaftin ew e bê ka wê Tirkiyek demokratîk çawa were avakirin, aştiyeke birûmet çawa were avakirin.

Têkildarî pirsgirêka Kurd Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê gotibû

“Bêyî Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd nepêkan e. Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bê dayin ku di vê mijarê û mijarên din de nêrînên xwe bêje.”

Back to top button