Li Şehbayê mihrîcana Şehîd Stêrvan di roja duyemîn de bi dawî bû

Mîhrîcana Ş. Stêrvan ya Sêyemîn a Yekitiya Jinên Ciwan di roja duyemîn de li Şehbayê bi dawî bû.

Roja duyemîn ya mîhrîcanê de gelek lîstikên mîna fûtbol, voleybol, bîg bang, bezandin, desmal û lîstika ben hatin lîstin.

Di lîstikgehê de tîma Kampa Serdem, Til qirah, Til Rifat cih girtin.

Endama Komîteya amadekar a Mîhrîcana Ş. Stêrvan Dunya Bekir axivî û got:

“Ji bo têkbirina şerê taybet û yê bi armanca qirkirina çanda gelan, pêwîstiya civakê bi mîhrîcanên wisa heye. Ev gaveke pir mezin e ji bo jinên ciwan, ji bo wê parastina çand û hebûna xwe erkeke li ser milê hemu jinan e.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Şîraz Mistafa jî got:

“Ev mîhrîcan bi coş û kêfxweşî derbas bû. Ev şerê taybet li ser jinên ciwan û tevahî jinan dê negihîje armanca xwe. Em weke jin û Kurd hebûna xwe bi têkoşîna xwe diparêzin. Banga min ji hemû jinên ciwan re heye ku xwedî li çanda xwe derkevin.”

Back to top button