Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jineolojî ji nûve derbasî mufredata perwerdê hat kirin

Rêber Apo piştî ku Jineolojî weke zanist bi nav kir, li gelemperiya Cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê girîngiya wê her diçe zêdetir derdikeve holê.
Ev zanista ku li dora jinan pêşdikeve ji bo civaka azad û demokratîk jî dibe bingeh.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî hin guhartinan jineolojî ji nûve weke ders derbasî mufredata perwerdê ya sala 2021/2022`an kir.

Weke zanista jin Jineolojî cara yekemîn ji aliyê Rêber Apo de hat binavkirin.

Ev yek ji aliyê jinên Cîhanê û Kurd ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Li Kurdistanê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev zanist heta asteke girîng buye bingeha perwerdeya jinan.

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12’ê Îlonê hatin vekirin û bi deh hezaran xwendekaran dest bi perwerdê kirin.

Ji bo naskirina rastiya jin û dîroka wê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve madeya jineolojiya xist nava mufredata perwerdê ya sala 2021/2022`an.

Têkildarî mijarê Pispora Jineolojiyê ya Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Nûpel Ehmed axivî û bal kişand ser girîngiya danasîna Jineolojiyê.

Nûpel diyar kir Zanista Jineolojî ne tenê mijarê li ser jinan di heman demê de li ser mêran jî lêkolînan dike û wiha got,

“Bi Jineolojiyê hewl tê dayîn ku her du zanyend ji fikira koletiyê rizgar bibin. Ev zanista neynika jinan e ku jin rastî û dîroka xwe têde dibînin.”

Nûpel da zanîn Jineolojî di rastiya xwe de zanista jin, jiyan û civakê ye û zanista jiyana hevbeş a azad e.

Pispora Jineolojiyê ya Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Nûpel Ehmed li ser armanca zêdekirina xala Jineolojiyê ya li mufredata perwerdê jî wiha got,

“Me ev made li refa 11’an ya amadehî zêde kir da ku bingeha xwendekaran a zanînê avabike û ji bo merheleya xwendina bilind amade bibe. Ev pirtûk pirsgirêkê nîqaş dike û çareseriyên li gorî rewşên heyî pêşdixe.”

Mamoste Hena El-Semran jî qala girîngiya perwerdekirina li ser benda Jineolojiyê kir û wiha got:

“Zanista jinê yek ji xalên sereke ya mufredata perwerdê ye. Me gelek agahiyên dewlemend ji Akademiya Şehîd Egîd Cîlo wergirt. Em vê agahiyan bi rêyeke zelal digihînin xwendekaran.”

Back to top button