Dewleta Tirk û çeteyên wê 3 şêniyên Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeran 3 kesên din revandin.

Hat diyar kirin li ser bendeke kontrolê ya çeteyan li xaçerêya gundê Qîbar yê navçeya Şêrawa, 2 şêniyên ji navçeya Şera û Cindirêsê hatin revandin.

Hat gotin şêniyê bi navê Bîreqdar Mihemed Mistefa (51) ê ji gundê Aşka yê rojava yê navçeya Cindirêsê, dema ji Helebê vedigeriya gundê xwe, hate revandin, û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Her wiha, şêniyê bi navê Hebeş Reşîd Hebeş yê 26 salî dema ew û hevsera xwe li nexweşxaneya Şemarîn a li rojhilatê bajarê Ezazê bûn, hate revandin.

Li aliyekî din, MÎT`ê şêniyê bi navê Xelîl Tahir Mihemed ê ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera revand û bir girtîgeha bajarê Marê.

Back to top button