200 parêzer tevlî çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar bûn

200 parêzer di roja 200’î de îro beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ya li bajarê Rihayê bûn.

Li cihê çalakiyê daxuyanî hat dayîn û li dijî bêdengiya dadgehê bertek hat nîşandan. Hat gotin: “Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me hemûyan e.”

Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin û 3 ferdên malbatê qetil kirin.

Li dijî vê êriş û komkujiyê Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin 200 roj in dewam dike.

200 parêzeran îro piştgirî dan Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar.

200 parêzeran li ber Edliyeya Rihayê û bi Emîne û Ferît Şenyaşar re di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan çapameniyê.

Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD’ê ya Rihayê Elî Arslan, daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend.

Arslan, diyar kir ku bêhiqûqî û bêedaletî bi destê darazê tê domandin û girîngiya piştevaniya di vê pêvajoyê de anî ziman.

Arslan, destnîşan kir ku bi pêkanînên li dijî malbata Şenyaşar hewl tê dayîn ku dest ji tekoşîna xwe ya edaletê berde.

Arslan, da zanîn ku berdewamkirina dosyaya malbata Şenyaşar nîşaneya berdewamkirina polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha dewam kir,

“Daxwazên malbata Şenyaşar ku dest bi nobeta edaletê kiriye daxwazên me hemûyan e. Em ê bibin dengê dayika Emîn e. Ji bo ku ji zilmê re bibêjin bese û bi dawî bikin em îro bi cubên xwe li vir in.”

Herî dawî Ferît Şenyaşar axivî û tiştên li dikana wan û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi serê wan de hatine vegot.

Şenyaşar, diyar kir ku bavê wî li ber çavên wî lînç kirine û got:

“Birayên min ên bi 24 guleyan birîndar qetil kirin. Ev sûcekî mirovahiyê ye. 2 ewladên dayikekê û hevjînê wê hatine qetilkirin. Em li ber deriyê edliyeyê rûdinên. Nikarin bikevin edliyeyê. Ev çawa dibe deriyê edaletê?”

Piştre parêzer bi malbatê re derbasî Nobeta Edaletê bûn.

Back to top button