Şêniyên bajarok û gundên Cirniyê yê Tebqayê, di van demên dawiyê de ji ber tunebûna navendên tenduristiyê gelek zehemetî dikişandin.
Komîteya tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a damokratîk a Herêma Tebqayê, yekemîn navenda tenduristiyê li bajarokê Cirniyê vekir.
Navend li ser bingeha daxwazên şêniyan û pêkanîna pêdiviyên wan ên tenduristiyê hate vekirin.
Navend ji du qatan pêk tê, tê de komek endamên tenduristiyê, 25 hemşîre û hejmarek bijîjkên pispor dixebitin.
Li navendê: Beşa nexweşiyên hundirîn, beşa lezgîn û beşa jinan, her wiha dermanxaneyeke navendî û ambûlanseke ku 24 saetan di xizmetê de ye, hene.
Berpirsê navendê Ebdurehman El-Îd diyar kir ku ev navend pêwîstiyên herêmê û gundên ku dûrî wê ne pêk tîne.
Komîteya Tenduristiyê ji destpêka meha Nîsanê ve dest bi avakirina vê navendê kiribû û di destpêka meha Tebaxê de vekir.