Dayikên Aştiyê encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê eşkere kir

Dayîkên ji her çar aliyên Kurdistanê di 21’ê Îlonê de bi armanca nirxandina êrişên li ser Kurdistanê li Silêmaniyê komxebatek lidarxistin.

Dayîkên Aştiyê bi daxuyaniyekê Encamnameya Komxebatê eşkerekirin.Di encamnameyê de bang li tevahî dayîkên aştîxwaz hate kirin li dijî şer têkoşînê xurt bikin.

Her wiha dayikan ji hemû aliyên siyasî û partiyan xwestin ku dijî dagirkeriyê bibin yek û Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin.

Dayikên ji çar hêlên Kurdistanê di 21’ê Îlonê komxebata xwe ya bi şîara “Em ê bihevre aşitiyê mîsoger bikin” li Silemaniyê lidarxistibûn, bi dawî bû.

Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cûda hatin dayîn û nîqaşên berfireh hatin meşandin.

Dayîkan di panelê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekîtî û aramiya Kurdistanê kirin.

Dayikên Aştîyê yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamnameya komxebata xwe eşkerekirin.

Dayikên Aştiyê: Bi erkên xwe rabin û nebin ji perçeyek alikariya dagirkeran

Dayikan di encamnameya komxebata xwe de diyar kirin ku hêzên dagirker bi salanin li Kurdistanê bi awayek hovanê komkujiyan pêktînin û têkoşerên Kurd qetildikin.

Hat diyar kirin wek dayikên aştiyê aloziya di navbera partiyan de qebûl nakin û banga yekitiya netewî kirin.

Her wiha dayikên aştiyê ji hemû aliyên siyasî xwest ku bi erkên xwe yê Kurdîtiyê rabin û nebin ji perçeyek alikariya dagirkeran.

Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê di encamnameyê de bal kişand li ser çekên kîmyewî a dewleta Tirk a li dijî hêzên gerîla bikartînê û bêdengiya hêzên navneteweyî û got:

“Bi çekên qedexekirî, zarokên me dikujin û hêzên navnetewî jî li hemberî vê bêdengiya xwe diparêzin”

Di dawi de dayikên aştiyê, ev bang li gelê Kurd û raya giştî kirin;

“Divê hêzên navnetewî dijî komkujî û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin.

Divê hêzên herêmî û navnetewî hebûna gelê Kurd, çanda Kurdan biparêzin û xwedî helwest bin.

Divê hemû dayîkên gerîla, pêşmerge û leşkeran rê li ber şer bigrin. Ji ber ku di encama şer de dilê dayîkan dişewite.

Hemû aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê divê bibin yek û Kurdistanê biparêzin.

Divê hemû tevgerên jinan, pêşengtiya yekîtiya netewî bikin, ji ber ku parçebûna Kurdan ti feydeyê nade. Em naxwazin xwîna zarokên me were rijandin.”

Back to top button