Li ser vexwandinek fermî, şandeya Rêveberîya Xweser çû Danîmarkayê

Xebatên Dîplomatîk yên Rêveberîya Xweser yên di asta navnetewî de dewam dikin.

Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê şandeya Rêveberîya Xweser, bi şêwirmendê hikûmetê û berpirsên tekilîyên derve re civîyan.

Ev demeke, serdanên dîplomatîk yên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji bo welatên derve zêde bû ne.

Îro jî li ser vexwandina fermî a Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê, şandeyek Rêveberîya Xweser bi şêwirmendê hikûmeta Danîmarkayê û berpirsên Wezareta Derve re hevdîtin pêkanîn.

Şande ji Cigîrê Rêveberîya Xweser Bedran Çîya Kurd, nûnerê Rêveberîya Xweser yê Avropayê Ebdulselam Mistefa û nûnerê Rêveberîya Xweser yên Skandînavya yê Şîyar Elî pêk hat.

Di hevdtinê de şewirmendê hikûmetê, Balyoz, berpirsê têkilîyên derve Larch Lose, berpirsê dosya ya Sûrîyê Chrîstopher Vîvek amade bûn.

Di derbarê pêşxistina tekilîyên Rêveberîya Xweser û Danîmarka yê de niqaş hatin kirin.

Larch Lose keyfxweşîya xwe ji bo hevditînê anî ziman û dîyar kir ku Rêveberîya Xweser di alozîya Sûrîyê de, rola xwe ya erenî a şerê li dijî terorê de lîyistîye.

Larch Lose got: ”Ji bo ewlehîya heremê û tunekirina terorê, divê danûnstandin hebe û dê pêşketin jî di wî warî de çêbibin.”

Şêwirmendê Rêveberîya Xwerser Bedran Çîya Kurd jî îşaret bi êrîşên qirkirinê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kir û got: ” Dewleta Tirk hewil dide ewlehîya heremê têk bibe, sivîlan bide koçberkirin.

Dewleta Tirk ji ber ku endamê NATO’ yê ye, divê endamên NATO’ yê van sûcên Dewleta Tirk li ber çavan bigre û nebin şirîk.

Back to top button