Şêniyên Eyn Îsayê: Cihê dewleta Tirk li ser xaka me nîne

Şêniyên Eyn Îsayê jî ku her dem dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, diyar kirin ku armanc ji van êrişan valakirina herêmê.

Şêniyan got, cihê dewleta Tirk li vê herêmê nîne û Emê nehêlin Tirkiyê armancên xwe pêk bîne.

Êrişên dewleta Tirk a qirker li ser Eyn Îsa û Girê Spî zêdetir bûne , her roj li van herêman êriş li dijî qadên sivîlan pêk tê.

Di encama êrişan de li gelek bajarok û gundan sivîl hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

4’ê Tebaxê li gundê Safawiyê bav û sê zarokên xwe û 17’ê Îlonê yek jê zarok û 4 sivîl hatin kuştin.

Her weha 22’ê Îlonê çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser gundê Dibisê yê Eyn Îsayê, sivîlek kuştin, 6 jî birîndar kirin.

Derbarê vê mijarê de şêniyên gundê Hîşê yê Eyn Îsayê nerazîbûmnên xwe nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.

Emîne Osman yek ji şêniyên gundê Hîşê ye diyar dike ku armanca yekemîn ya dewleta Tirk a dagirker valakirina herêmê ye.

Emîne wiha dibêje:

“Her roj êriş tên kirin Tirkiyê ji bo me ji xaka me koçber bike bi her awayî êrişan dike.

Xwediyê vê xakê em in, tiştekî dewleta Tirk li vê xakê nîne, her roj dewleta Tirk êrişan dike, zarokan dikuje, extiyaran direvîne.”

Emîne Osman bal kişand li ser berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî dagirkeran û got:

Em ê ti carî dest ji wan bernedin, piştgiriya me ji bo zarokên me û şervanên me ne ku ji bo namûs û şerefa me jiyana xwe feda dikin.”

Hevserokê Meclisa Hîşê Xelîl El-Îsa jî da zanîn ku wê xelkê herêmê bi hev re li ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê rabin û got:

“Di dema dawî de êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlan zêde bûne.

Li gundên Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî gelek êriş tên kirin di van êrişan de sivîl tên kuştin, mal û gundên wan tên talankirin.”

Xelîl di dawiya axaftinên xwe de wiha anî ziman

“Em xelkên Bakur û Rojhilatê Sûrî em ê li dijî van hêzên radîkal ku Îslamê weke amûrekê bi kar tînin û zilmê dikin, şer bikin û wan ji xaka xwe derxînin.”

Her wiha şêniyekî din ê gundê Hîşê Xelef Gedro jî nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dewleta Tirk da û got:

“Gundê me li rêya M4 e herdem dewleta Tirk û çeteyên wê bombeyan lê dibarînin.

Gelek caran dema ku mirovên me li nava zeviyên xwe dixebitîn hatin bombekirin.

“Dewleta Tirk li dijî me her cûre çekan bi kar tînin, li Girê Spî jî zilmê li mirovan dikin.”

Back to top button