Li Nîjerya lehî jimara kesên mirine gihaştiye 70’ê kesî

Nîjerya ku xwedî avhewayeke zuha ye, ji meha Hezîranê û vir ve baran bi dijwarî lê dibare.

Di encama baran û lehiyê de, heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 70’ê kesî.

Konseya Wezîran a Nîjerya derbarê encama lehî de daxuyaniyek da û got:

Heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 70’ê kesî.

Ji ber baran û lehiyê zêdeyî 14 hezar û 800 mal hilweşiyan e.

Ji ber vê 206 hezar û 457 kes û 25 hezar û 888 malbat ji baranê bandor bûn.

Her wiha rê xirabûn û zirar gihiştin zeviyên çandiniyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku lêhiya 2020’an 72 kes miribûn, 2,2 milyon kes jî birîndar bûbûn.

Back to top button