Baregeha Tirkî ya li Başîka hate topbarankirin

Baregeha artêşa Tirk a dagirker ya Beşîka yê hate topbaran kirin.

Baregeha Tirkiyeyê ya li Beşîka doh êvarê bi 5 topan hedef hate girtin.

Li gorî medya başûrê Kurdistanê, 5 top li nêzî Baregeha Tirkiyeyê ya li herêma bajaroka Zêlkanî ya ser bi Başîka ketin.

Tê gotin ku ji ber topbaranê tiştek bi kesekê nehatiye.

Heta niha nayê zanîn ji aliyê kê ve top hatine avêtin.

Di nav salekî de ev cara sêyem e ku baregeha dewleta Tirk a dagirker rastî êrişa tê.

Sê meh berî niha jî çend gulleyên tope li nav gundekî Erebnişîn ê li wê herêmê ketin û di encama topbaranê de heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta tirk a dagirker di sala 2015’an bi hinceta li dijî DAIŞ’ê perwerdekirina peşmergeyên PDK’ê 8 hezar leşker li Başîkaya ku 20 km dikeve rojhila musulê bi cih kir.

Tevî bangên rayedarên Iraqê dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên li ser Musulê li Başîka dernakeve.

Back to top button