Li gundewarê Dêra Zorê ji ber teqîna mayîna DAIŞ’ê 3 kes birîndar bûn

Ji ber bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê sivîl dibin qurban.

Doh li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayîneke berê yên çeteyên DAIŞ’ê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê dane ajansa hawarê mayînek berê ya çeteyan DAIŞ’ê bi 3 kesan ve teqiya.

Ajansê diyar kir ku her sê kes ku li motorsîkletê bûn, mayîn bi wan ve teqiya û di encamê de her sê birîndar bûn.

Ajansê diyar kir ku piştî buyerê her 3 birindar ji aliyên şêniyên herêmê ve ji bo nexweşxaneye hatine veguhestin û birîna kesên birîndar sivik in.

Back to top button