Şêniyên Helebê: Ti ferqa PDK û dewleta Tirk nemaye

Weke ku dîrok dibêje.

Ji salên 90’î ve Partiya Demokrat a Kurdistanê – PDK dijminatiya kurdan dike û li dijî birayê xwe yê HPG’ê bi delweta Tirk re dibe heval.

Şêniyên Helebê nerazîbûnên xwe li dijî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re nîşan dan û diyar kirin ku PDK’ê tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî dimeşîne.

Şêniyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye balkişandin ser kirinên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê û ev tişt anîn ziman:

“Siyaseta PDK`ê ji siyaseta dagirkeriya Tirk ne cuda ye. Divê PDK’ê dev ji şerê li dijî HPG’ê berde. Dewleta Tirk dijminê bav û kalên kurdan e”

Şêniyan diyar kirin ku di çanda kurdan de cih ji bo xiyanetê tune ye.

Dawiyê şêniyan bang li gelê kurd kirin da ku ji van siyasetan hişyar bin û li dijî wê yekbûyîna xwe ava bikin.

Back to top button