Corona: Qedexeya giştî li seranserî Herêma Cizîrê dest pê kir

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Coronayê, li seranserê herêma Cizîrê, qedexeya giştî îro dest pê kir.

Li seranserî herêma Cizîrê îro, saet 6’ê sibehê, qedexeya giştî ya ku Şaneya Aloziyê ragihandibû, dest pê kir..

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, da ku qedexe neyê binpêkirin, li bajar û navçeyên herêmê ne..

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser banga girtina dedbîrên pêwîst kir,,

da ku pêşî li belavbûna vîrûsa Coronayê werin girtin..

Li gor daneyên Desteya Tenduristiyê, 25 hezar û 749 kes bi vîrusê ketine..

Ji wan 873 kes mirine û 2 hezar û 93 kes jî baş bûne.

Back to top button