Mikatî di serdana xwe ya yekemîn de berê xwe da Fransa

Piştî 13 mehan ji aloziya siyasî û aborî ya li Libnanê hikumeta nû ya welat bi pêşengtiya Necîb Mikatî pêk hat.

Serokwezîrê Libnanê Mikatî serdana xwe ya yekem a ji bo derve de berê xwe da Parîs û li gel Serokomar Emmanuel Macron civiya.

Mikati li Koşka Elysee bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Piştî civînê Macron û Mikatî derketin pêşberî çapemeniyê.

Serokomarê Fransa careke din piştgiriya xwe ya ji bo Libnanê piştrast kir û bi bîr xist ku piştî teqîna li benderê wî du caran serdana welat kiriye.

Emmanuel Macron diyar kir ku Fransa wê bi hikûmeta nû ya Libnanê re li ser bernameyek diyarkirî bixebite.

Macron anî ziman ku ji civaka navneteweyî alîkariyê bide Libnanê pêwiste reforman pêk bîne û Mikatî jî soza vê yekê daye.

Her wiha bal kişand ser hilbijartinên pêşwext ên li Libnanê û destnîşan kir ku divê hilbijartin bi rengek zelal were kirin.

Serokwezîrê Libnanê jî anî ziman ku ji bo pêkanîna reformê ewê li gel Serokomar Michel Awn bi parlamentoryê re bixebitin.

Mikatî anî ziman ku ew ji piştevaniya welatên Ereb û Rojavayî bawerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Libnanê hikumeta Necib Mikatî 20’ê Îlonê, baweriya ji parlamentoyê girtibû.

Back to top button