Sema Begdaş: Dagirkerî hewl dide me qir bike.. Cîhan jî tev bêdeng e

​​​​​​​Dewleta Tirk a qirker, li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne..

Demên dawî, ev çekên “qaşo qedexekirî ne” li dijî gerîlayên HPG’ê hatine bikaranîn..

Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide hebûna Kurdan ji holê rake..

Û li hember vê yekê, civaka navdewletî tev bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker li seranserê Kurdistanê êrişî Kurdan dike..

Li kêleka tank û top û balafiran, çekên kîmyewî jî li dijî Kurdan bi kar tîne..

Demên dawî, dagirkeriyê li qadên gerîla, bi taybetî li Avaşînê, çekên kîmyewî bi kar tîne..

Çekên ku li tevaya cîhanê “qaşo qedexekirî ne… !

Li ser vê mijarê, Sema Begdaş berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD) ji Ajansa Hawarê re axivî..

Sema Begdaş got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên kîmyewî dixwaze qira Kurdan bîne,,

Ji Helebceyê bigire heya Efrîn û Serê Kaniyê, kîmyewî her li dij Kurdan hatiye bikaranîn..

Sema Begdaş dibêje:

Civaka navdewletî ji bo her kesî dengê xwe dike..

Lê ji bo me Kurdan xwe ker, kor û lal dike..

Bi ser de jî NATO piştgiriyê dide Tirkiyê, ji ber endameke wê ye..

Herçendî civaka navdewletî carcaran hin daxuyaniyên bêsûd dide jî, lê ya diyar bêdengiya wê nîşan dide ku digel dewleta Tirk a dagirker hevkar e..

Û bi vê yekê, pê re dibe hevkarê sûcên şer..

Back to top button