Ji ber binkeftên li dû hev her wiha nebûna demokratîkê li nava tevgera Nehdayê ya Tûnisî,,
zêdeyî 100 endam û rêveberên tevgerê stîfayên xwe pêşkêş kirin…
Îro zêdeyî 100 endam û rêveberên tevgera Nehdayê bi daxuyaniyekê îstîfayên xwe pêşkêş kirin..
Di nav de parlamenter û endamên berê yên Meclisa Damezirîner, Meclisa Şûra û rayedarên herêmê hene..
Li gor agahiyan, sedema îstîfayan binkeftin û nebûna demokratîka li nava tevgera Nehdayê ye..
her wiha ji ber ku tevger gelek şaşî kirine û rewşa Tûnisê aloz kiriye..
Biryarên serokê Tûnisî Qeys Seîd ên der barê projeyên sererastkirinên siyasî de,,
li nava civak û hêzên siyasî yên Tûnisî hêrseke mezin afirandiye..
Li gor agahiyan, dibe ku gelek kesên din jî îstîfayên bikin..