Piştî 16 salan serdema Merkel bidawî dibe

Sibe li seranserê Almanyayê, ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclisa Federal, wê gel biçe navendên dengdayînê. Anketên heyî wê yekê destnîşan dikin ku Partiya Sosyal Demokrat-SPD li pêş e. Eger li gorî vê encam derkevin wê dawî li hukûmeta Xirstiyan Demokratan were. Lê bi her halî, ev hilbijartin wê dawiya desthilata 16 salan a Angela Merkel bîne.

Piştî xebatên dem-dirêj ên partiyên siyasî û namzetên wan, îro li bajarên Almanayê bêdengî serdest bû.

Sibe wê bi mîlyonan kes dengê xwe bikar bînin.

Berovajî hilbijartinên berê, her kes vê carê bi meraq li benda serokwezîrê nû ye.

Lewa piştî 16 salan ji xeynî Merkel wê namzeteke din bi vê erkê rabe.

Anketên li welatên hatine amadekirin, Partiya Sosyal Demokrat-SPD bi rêjeya ji sedî- 25 li pêş nîşan dide.

Yekîtiya Xiristiyan Demokrat-CDU jî bi rêjeya ji sedî 20’an a duyemîn e.

Li pey wan Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 16 ye.

Partiya Çep-Die Lînke jî hejmara dengên xwe zêde kirine.

Encamên anketan serkeftina namzetê Sosyal Demokratan Olaf Şûltz nîşan dide.

Back to top button