Talîban li “qanûnên şerîatê” vedigere cezayên darvekirin û destjêkirinê têne bicihanîn

Di wextekî de ku cîhanê daxwaza guhertinên erênî li Efxanistanê dike, tevgera Talîbanê li “qanûnên şerîatê” vedigere. Tevgerê eşkere kir ku ew ê cezayên darvekirin û jêkirina destran bicih bîne.

Berpirsê “Polîsên Şerîatê” yê Tevgera Talîbanê Melle Nûreddîn Turabî di bin navê peydakirina ewlehî û parastinê, hin rêze biryarên nû eşkere kirin.

Turabî di hevpeyvîneke xwe a li gel ajanseke nûçeyan, biryarên qanûnên şerîatê yê Talîbanê eşkere kir.

Li gorî rayedarê Talîbanê, wê cezayên darvekirin û jêkirina destan careke din werin bicihanîn.

Melle Nûreddîn Tûrabî ragihand ku dibe hin guhertin di pêkanîna cezayan de werin kirin û got;

Berovajî salên derbasbûyî, em van cezayan li pêş çavên gel nekin.

Tûrabî nerazîbûna civaka navneteweyî li hemberî biryarên wan jî weke destwerdanê binav kir û got;

Mafê ti dewletê tine ye ku li ber biryarên me rabe. Ev meseleke me a navxweyî ye.

Back to top button