Civîna çaralî ..dijberên Pekînê li Koşka Spî civiyan

Herêma Hind-Pasifîk di nava demên dawiyê de careke din aloz dibe.
Liderên DYA, Hindistan, Japonya û Awistralya li Koşka Spî civiyan.
Di civîna çaralî ya welatên dijberên Çînê de, mijarên herêmî û giştî hatin nirxandin.
Di encama civînê de careke din hevkariya ji bo welatên li Hînd-Pasifîk hate ragihandin.

Tirsa ji Çînê, tifaqa çar welatên li dijî Pekînê dan komkirin.

Tifaqa ku 2007’an despêkirî û 2017’an weke tifaqa 4 alî lê hatî, bi serokatiya Serokê DYA Joe Biden li Koşka Spî civiyan.

Di civînê de, Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison, Serokwezîrê Hindistan Nerendra Modi, û Serokwezîrê Japonya Suga Yoşihide amade bûn.

Lîderên ku cara yekemîn di Adarê de kom bûyîn doh careke din civîna xwe ya rûbirû pêk anîn.

Di civînê de, mijarên Covid-19, guherîna avhewa, ewlehî û Hînt-Pasîfîk hate gotûbêj kirin.

Serokê DYA Joe Biden axaftina vekirênê kir û got;

Ji bo paşerojeke demokratîk Koma Çar Lîderan hatin cem hev.

Joe Biden ji ber nirxandina mijarên wekî ewlehiya cîhanî, guherîna avhewa û Covid-19’an keyfxweşiya xwe anî ziman.

Biden: Em ê li Hindistanê milyarek derziyên Covid-19 hilberînin

Biden diyar kir ku ew ê li Hindistan a parçeyek ji koma çara ye, milyarek derziyên li dijî covid-19’an çêkin.

Her wiha ji bo wê bursek nû ya “Çaralî” ji bo xwendekarên çar welatan were dest pê kirin.

Ev yek wê berhemeke ji bo serokên sibê, nûker û pêşeng be.

Modî: Hilberandina derziyan wê alîkariyek zêde ji bo welatên Hind-Pasifîk bike

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî diyar kir ku çar welat yekem car piştî tsunamiya 2004’an bi armanca xilaskirina herêma Hind-Pasîfîkê hatin ba hev û wiha got:

Îro, di demekê de ku cîhan şerê pandemiyê dike, çar welat careke din bi hev re ne.

Destpêka derzîlêdanê wê pir alîkariya welatên Hind-Pasîfîk bike.

Awistralya ji bo Hind-Pasifîkek azadî û vekirî piştevaniya xwe diyar ki

Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison jî baweriya xwe bi Hind-Pasîfîkek azad û vekirî anî ziman:

Em li vir li herêma Hind-Pasîfîkê bi hev re ne.

Ev herêmek ku mafên serweriya hemû neteweyan di her demê de lê têne rêz kirin, nakokî li gorî hiqûqa navneteweyî bi aştiyane têne çareser kirin.

Japonya: Heta niha hevkariyek bêpirsgirêk hatiye avakirin

Serokwezîrê Japon Yoshihide Suga jî got, civînê hevgirtinek xurt di navbera welatan de nîşan da, dilsoziya xwe ya bêdawî ya ji bo Hindo-Pasîfîkek azad û vekirî eşkere kir.

Suga destnîşan kir ku heta îro, hevkariya çar alî di mijarên weke pirsgirêkên herêmî an Covid-19 de hevkariyek bêpirsgirêk ava kirine.

Back to top button