DYA biryara lêkolînkirina derbarê tevgera Gurên Boz da

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wê rastiya terora Gurên Boz yên faşîzma dewleta Tirk ku ji derveyî welat didin meşandin lêkolîn bike.
Meclisa Nûneran a DYA madeya ku rê li ber lêkolînkirina tevgerê vedike erê kir.

Meclisa Nûneran a DYA pêşnûmeya Budçeya Parastinê ya 2022’an a xaleke ku tê da “Lêpirsîna gelo Gurên Boz rêxistina terorê ya biyanî ye yan na”qebûl kir.

Ev pêşniyar li ser daxwaza Parlamentera Demokrat yê eyaleta Nevada Dina Titus hatibû kirin.

Titus ji Wezareta Karên Derve daxwaz kiribû ku li ser tevgera Gurên Boz lêkolîn pêk bîne.

Li gorî vê pêwiste di nava 180 rojan de, Wezareta Karên Derve raporek di derbarê mijarê de amade bike û radestî Kongeresê bike.

Ji bo wezaret dets bi karê xwe bike pêwiste pêşnûme budceya parastinê bi heman awayî li Senatoyê were pejirandin û ji aliyê Serok Joe Biden ve were îmzekirin û bibe qanûn.

Beriya niha bi îmzeya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tevgera Gurên Boz ji ber êrişên û gefên wan yên li ser Kurd û Ermaniyan hatibû qedexekirin.

Mixalîfên Almanya jî daxwaz ji hikumetê dikin ku lêkolînê li ser tevgerê bikin.

Back to top button