Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûrî projeyên xwe dewam dikin û dibin serî

Zivistan li ber derî ye.
derdor cilên xwe yê payîzê vedugerîne bi cilên zivistanî.
Berî zivistanê, berî ba û baranên wê, şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûrî projeyên xwe diqedînin.
pojeyên wekî çêkirina rêyên nû û ronîkirina kolanên sereke yên bajar û navçeyan, didomînin.

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûrî xebatên xizmetguzariyê wekî çêkirina rêyên nû û ronîkirina kolanên sereke yên bajar û navçeyan, didomînin.

Li bajarê Minbicê Şaredariya Gel xebatên zivtkirina rêyan didomîne ku ji par dest pê kiribû.

der heqê vê mijarê de, şaredarê Minbicê Qasim Ebûd diyar kir ku piraniya budçeya îsal ji bo çêkirina rêyên bajêr bi dirêjahiya 10 kîlometreyan veqetandine..

Ebûd da zanîn ku wan sererastkirina rêyên hin kolanan pêk anîne, bi taybet rêyên sereke mîna yên li navenda bajêr û kolana Ebû Hîlal.

Qasim Ebûd wekî din got, girîngî dane ronîkirina hundirê bajêr û rêyên sereke wekî rêya Heleb, Cerablus, Cizîr û navenda bajêr.

Dêrik

Li aliyê Dêrikê ya Kantona Qamişlo jî Şaredariya Gel dest bi projeya sererastkirina riyan kir.

Komên xebatê yên Şaredariya Navendî ya Dêrikê bi hevkariya şaredariya Koçerat û Beravê rêyên sereke û şaxî yên Dêrikê sererast kirin.

der barê vê mijarê de, Serokê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Îbrahîm Sado ragihand ku wan ji bo sererastkirina kolanan bi taybet kolanên xira bûne hezar metrekab zivt diyar kirine.

Îbrahîm Sado got, şaredariyê bi 165 metrekab qîrê, ketina bajêr û kolanên şaxî sererast û zivt kirine.

Şîrketa Cûdî bi qasî 3 hezar metrekab qîr ji Şaredariya Gel a Dêrikê re şandiye da ku kolanên bajêr zivt bike.

Saziya Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê 5 jenerator ji Şîrketa Avako ya avakirinê wergirtin da ku pirsgirêka qutbûna avê çareser bike.

Girkê Legê

Li Girkê Legê jî Şaredariya Gel dest bi projeya ronîkirina kolana sereke kir.

Pergala ronîkirinê ya li kolana sereke ya navçeya Girkê Legê heta niha 70 stûnên ronîkirinê sererast kirin.

Şaredariya Gel piştî ku xebatên sererastkirinê bi dawî kirin, bi hevkariya Daîreya Kehrebeyê ya Girkê Legê ji bo peydakirina kehrebeyê 2 veguhêz bi cih kirin.

Back to top button