Erdogan: Em ê moşekên nû ji Rûsya bikirin

Rejîma Serokomarê Tirkiye Erdogan dema xwe kêm maye.
Ev yek ji helwesta Waşîngton û Moskowa ya demên dawiyê li hemberî wê jî dide xuyakirin.
Piştî Erdogan ji rêveberiya Serokê DYA Biden hêviyên xwe qut kir, niha ji li ser rêya Moskowa ye.
Erdogan diyar kir ku ew ê ji Rûsya moşekên nû bikire û îdia kir ku ew ê li gel Putin ji bo têkliyên navbera herdû welatan bigihêjin biryareke girîng.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan yê di navbera Waşîngton û Moskowayê de maye, bi aloziyan re rûbirû ye.

Erdogan yên hêviyên xwe ji Waşîngtonê qut kirî, niha li ser rêya Moskowayê ye.

Beriya serdana xwe ya ji bo Moskowa, Erdogan bi daxuyaniyan dixwaze dilê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin xweş bike.

Erdoganê ku doh bi eşkere aloziya navbera xwe û rêvberiya Serokê DYA Joe Biden de anî ziman, diyar kir ku ew ê li rêyên cuda bigere.

Erodoganê têkçûna xwe dibîne, hêviyên xwe bi planên li gel Rûsya re girê daye.

Serokomarê Tirkiye, di hevpeyvîna xwe ya bi CBS Newsê re de got,

Tirkiye tevî dijberiya Amerîka wê pergalên nû yên parastina moşekên Rûsyayê bikire.

Ev yek di demekê de hat ku Waşîngton ji Enqere daxwaz dike ku moşekên parastina esmanî yên S-400 ku ji Rûsyayê kirîne radest bike û ji Moskowa jî ti çekên din nekire pêk hat.

Beriya niha DYA ji ber helwestên Enqere ew ji bernameya balefirên F-35 derxistibû û li dijî rêveberên pişesaziya Tirkiyê ceza birîbû.

Erdogan got,

Tu welat nikarin, jimara pêwistiyên bi parastina sîstema hewayî ya ji bo welat diyar bike.

Serokê şirketa Rûsî Rosoboronexport Aleksander Mikheyev di Tebaxê de gotibû Tirkiye di qonaxa dawîn a danûstandinên rêkeftinek nû ya ji bo pergalên S-400 de ye.

Tê payîn Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya bê li Soçî ya Rûsyayê bicivin.

Erdogan îdia kir ku ew ê li gel Putin ji bo têkliyên navbera herdû welatan bigihêjin biryareke girîng.

Back to top button