Gerîlayan li Agirî û Avaşînê li leşkerên Tirk ên dagirker dan

Gerîlayên azadiyê li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin.
HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Agirî û Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker dan.
Hat diyar kirin di çalakiya li qada Mamreşo ya Avaşînê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bakur û başûrê welat, rojane bi çalakiyan derbên mezin li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê berxwedana gerîla û êrişên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 13’ê Tebaxê li navçeya Diyadînê ya Agirî li gundê Dwanê bazeke stastyonê ya dewleta Tirk ya dagirker ji aliyê hêzên gerîla ve hate rûxandin.

Hat diyar kirin 14’ê Tebaxê jî li heman qadê operasyona ku artêşa Tirk ya dagirker dabû destpêkirin bêyî ku encamekê bidest bixe paşde vekişiyaye.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoweya Pêngava şoreşger a Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir;

“23’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombebaran kir.

24’ê Îlonê jî li herêma Avaşînê li qada Mamreşo, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Munzur dan. Di çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin lê hijmara wan nehate zelalkirin. Piştî çaakiyê dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 23’ê Îlonê gundê Sergelê yê navçeya Amediyê;

Geliyê Basya, Girê Silêman, Girê Şehîd Firat û Qada Qertel yên Avaşînê; derdora gundên Kêste, Hirorê, Dêşîşê, Edîne, û Serarû girêdayî bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê û qadên Koordînê û Kela Qumriyê bi balafirên şer, helîkopter û hawanan hatin bombebarankirin.

Back to top button