Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser li Washington û Mosko hevdîtin pêk anîn

Rêveberiya Xweser û Meclîsa Suriyê ya Demokratîk MSD`ê li Washington û Mosko hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de çareseriya sîyasî ya aloziya Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk a li ser herêmê hatin nîqaşkirin.
Hat diyar kirin ku hevdîtin erenî derbas bûne.

Li ser malpera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hat ragihandin ku Nûnerên Rêveberiya xweser û Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk-MSD li Mosko û Washingtonê 2 civîn li dar xistine.

Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser di hevdîtina yekem de bi şandeya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ya bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re li Moskovê civiyan.

Li Washingtonê jî MSD bi rayedarên Emerîkayê re civiya.

Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi şandeya wezareta karê derve ya Rûsyayê re civiya

MSD’ê têkildarî hevdîtina yekemîn ya bi wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re ev agahî dan:

“Bi vexwendina fermî ya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, şandeyeke MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Îlham Ehmed, hevdîtin bi nûnerên Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mikhail Bogdanov re, çêkir.”

Di hevdîtinan de çareseriya sîyasî ya aloziya Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk a li ser herêmê, hatin nîqaşkirin.

Her wiha di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya beşdarbûna MSD’ê ya di çareseriya siyasî de jî hate kirin.

Di daxûyaniyê de hat diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye.

Koşka Spî piştgiriya xwe ya ji MSD û QSD`ê re ragihand

Li aliyê din, nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk û Rêvêberiya Xweser li Washingtonê jî bi rayedarên Emerîkayê re rûnişt.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera MSD’ê hate dayîn hevdîtin roja înê li Koşka Spî pêk hatiye û şandeya MSD`ê bi nûnerên payebilind ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) re li Koşka Spî civiyaye.

Hevdîtin bi endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê re hat kirin

Li gorî malperê hevdîtin erênî derbas bûne û di hevdîtinan de piştgiriya Washîngtonê ya ji MSD`ê re hate teqezkirin û îşaret bi girîngiya xebatên QSD`ê di şerê li dijî terorê de hat kirin.

Her wiha hate diyar kirin ku hevkariya wan wê dewam bike.

Back to top button