Mahmûd Abbas gef li Îsraîlê xwar

Serokê Rêveberiya Filîstînê Mahmûd Abbas bi van gotinan gef li Îsraîlê xwar:
Ji bo Îsraîl ji deverên dagirkirî yên Filîstînê derkeve, salek dem heye.
Berovajî em ê Îsraîl bi ti awayî nas nekin û bi awayekî yekalî dewleta Filîstînê ragihînin.

Serokê Rêveberiya Filîstînê Mahmûd Abbas bi rûya dîmen beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Abbas di axaftina xwe de zimaneke tûnd li hemberî Îsraîlê bikar anî û ew bi berferehkirina dagirkeriya li ser axa Filîstînê tewanbar kir.

Mahmûd Abbas di vî warî de peymanên ku berê di navbera aliyan de hatibûn mohrkirin bi bîr xist û ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku bi berpirsiyarî tevbigere.

Serokê Rêveberiya Filîstînê anî ziman ku ew her gavê bûn alîgir ku çareseriya 2 dewletan pêk were û got;

Îsraîl li gorî sozên hatibûn dayîn tevnegeriya. Her dagirkeriya xwe li ser axa me zêde kir.

Abbas ev tevger weke sedem guhertina helwesta rêveberiya Filîstînê nîşan da û ev gef li Îsraîlê xwar:

Em dibêjin, li pêşiya desthilata dagirker a Îsraîlê sale heye. Divê ji deverên dagirkirî yên Filîstînê derkeve.

Eger hat û ev daxwaza me bicih neanî. Em ê hebûna Îsraîlê ya li gorî sînorên 1967’an qebûl nekin.

Mahmûd Abbas her wiha îdîa kir ku eger ti encamê bidest nexin, ew ê bi awayekî yekalî dewleta Filîstînê ragihînin.

Back to top button