Li Şehbayê şehîd Mihemed Ismaîl, Şukrî Serhed, Seîd Uçlu û Îrfan Guler hatin bibîranîn

Şêniyên herêma Şehbayê û koçberên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Îsmaîl re xwestin.
Her wiha Şehîd Şukrî Serhed, Seîd Ûçlû û Îrfan Guler jî hatin bibîranîn.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê konê sersaxiyê li qada bajarokê Til Qerah a herêma Şehbayê, vekir.

Li kon ,sersaxî ji malbata Şehîd Mihemed Îsmaîl hat xwestin ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Her wiha Şehîd Şukrî Serhed, Seîd Ûçlû û Îrfan Guler jî hatin bibîranîn.

Derbarê mijarê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û diyar kir ku armanca siyaseta dijmin ku PDK`ê li dijî hêzên gerîla û gelê Kurd bi kar tîne dixwaze hebûna gelê Kurd tune bike.

Rêvebera Kongra Star Emîna Dinkilî jî axivî û bêdengiya navnetewî derbarê bikaranîna Tirkiyê ya çekên kîmyewî li dijî gerîla û sûcên çeteyên wê li Efrînê pêk tîne, şermezar kir.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Mihemed Henan jî got, şêniyên Efrînê wê berxwedana xwe heta vegera Efrînê dewam bikin.

Paşê wesîqeta Şehîd Mihemed hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Back to top button