Dewleta Tirk gundê Eyn Îsa, Til Temir û Girê Spî topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dewam dikin..
Dagirkeran careke din êriş birin ser gundên Eyn Îsa û Til Temirê..
Balafirên Rûsyayê jî cihên çeteyan yên li Efrînê bombebarankirin.

Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê îro careke din gundê Dibis, rêya M4 û gundê Ebû Nîtonya yên rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextê êrişa li ser Eyn Îsa gûndê Dirdara yê Til Temirê bi awayekî dijwar topbaran kir.

Hat diyar kirin ji ber topbaranê zirareke mezin gihîştiye mal û milkên sivîlan.

Li aliyeke din artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla yê dikeve rojavayê navçeya Til Temirê û nuqteyeke leşkerên hikumeta Şamê jî topbaran kir.

Dagirkeran gundê Şorbenîsk yê rojavayê Girê Spî jî dan ber topan.

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê jî îro piştî nîvro gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir.

Hat diyar kirin di vê bombebaranê de cih û deverên çeteyan hedef hatine girtin.

Back to top button