Nava 2 salan 63 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye

Di nava 2 salan de 63 û girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Endama Komîsyona Nexweşxaneyan a Komeleya Mafên Mirovan Meral Nergîs Şahîn, daneyên di vê mijarê de parve kir.

Endama Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn ya di civîna çapemeniyê ya avahiya komeleyê ya li Stenbolê de hat lidarxistin axivî, da zanîn ku mafê girtiyan yên di girtîgehên Tirkiyê de, têne binpêkirin.

Meral Nergîs Şahîn, ragihand ku di sala 2020’an de 50, di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de jî 13 girtî jiyana xwe ji dest dane.

Şahîn diyar kir ku bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan têne girtin,û mafê dermankirina wana jî têne astengkirin.

Meral Nergîs Şahîn, têkildarî astengkirina mafê dermankirina girtiyan got, girtiyan mehkumî kuştinê dikin.

Şahîn, ji bo ku girtiyên nexweş, pîr, astengdar, û jinên bi zarok bên berdan banga hestyariyê li raya giştî kir û xwest rayedar jî bi berpirsyarî tevbigerin.

Back to top button