Rêberê Ruhanî yê Civaka Êzidî Babê Şêx serdana gundê Koço kir

Serdana Rêberê Rûhanî yê Civaka Êzidî Babê Şêx İlyas Nasir ya li Şengalê dewam dike. Babê Şêx di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de, serdana gorên komî yên li gundê Koço kir.

Babê Şêx İlyas Nasir piştî wefata Babê Şêx Xirto Hecî İsmaîl di 14’ê Mijdara 2020’an de wekî Rêberê Ruhanî hatibu hilbijartin.

Babê Şêx yekem car serdana Şengalê dike.

Babê Şêx İlyas Nasîr di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de serdana gundê Koço kir û çû cihên gorên komî, her wiha serdana malên li Koço jî kir.

Hêjayî gotinê, Koço gundî herî dawî ya li başûrê Çiyayê Şengalê ye..

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser gund û komkujî lê pêk anî.

Bernameya Babê Şêx a gera Şengalê berdewam dike.

Back to top button