MÎT’a Tirk tişta bi DAIŞ’ê nikaribû bike niha bi sîxuran dixwaze pêk bîne

Dewleta Tirk tişta ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê nikaribû li Rojava bike niha dixwaze bi sîxurên herêmî ku MÎT’ê ew bi rêxistinkirine, pêk bîne.
Ji bo vê yekê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdisanê navendên taybet hatine avakirin.
Heta niha Hêzên Asayîşê gelek sîxurên ku ji MÎT’a Tirk re dixebitin girtine.
Yek ji wan sîxuran jî kesê bi navê Ebdulbarî Osman e.
Ebdulbarî Osman ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye, wî gelek agahîyên derbarê cih û deverên leşkerî ji dagirkeriya Tirk re şandine.
Birayê wî Rêzan jî li Bakurê Kurdistanê bi MÎT’a Tirk dixebite.

Back to top button