Li Fînlandiyayê li dijî faşîzm û nijadperestiyê meşek hat lidarxistin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê, li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyeke bi meşê hate lidarxistin.

Meş bi tevlêbûna rêxistinên çep, şoreşger û antî-faşîst li dijî faşîzm û nijad-perestiyê pêk hat.

Çalakî li meydana ber Dêra Spî a Mezin dest pê kir û heya bi pirtûk-xaneya mezin a navendî dom kir.

Çalakvanan li ber pirtûkxaneyê daxuyaniyek dan û dirûşme li dijî nijadperestî berz kirin.

Her weha polîtîkayên welatên Ewropa yên têkildarê penaberan, bêdengiya wan li ser zilm, ne-helwesta li hember dîktatoran û cihêkariyê hat şermezar kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button