Oldarên Herêma Feratê: Divê em li dijî dagirkeriyê serî hildin

​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj êrişên xwe yên li ser herêmê zêde dike..

Oldarên herêma Firatê bang li ciwan û şêniyan kir ku li dijî dijminê bêwijdan rabin..

Dewleta Tirk a dagirker ji meha Tebaxê ve navçeya TiL Temirê topbaran dike..

Her wiha Minbic, Şehba û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide ber top û mûşekan..

Sivîl dibin armanca topbaranan û ziyanê dibînin..

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê saziya Ewqafan a Olî ya Herêma Feratê Îbrahîm Remo got:

“Em xwediyê erd û mafên rewa ne.

Divê em bêhêvî nebin.

Divê em xakê ji dijmin re nehêlin.

Divê em digel hêzên xwe şerê wan dagirkeran bikin.”

Cîgirê hevserokatiya heman saziyê şêx Mele Elî Yildiz axivî..

Mele Elî da zanîn ku rêya tekane ya serkeftinê berxwedan e got:

“Divê em bi kaxê ve girêdayî bin.

Divê ciwanên me koçber nebin û bi deryayan nekevin.

Divê li dijî dagirkeriyê serî hildin.”

Back to top button