”Kujerê şehîd Şukrî Serhed eşkere bikin”

Bangên eşkerekirina kujerê şehîd Şukrî Serhed dewam dikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî jî ev bang kir û got:

”Bila tavilê kujerê şehîd Şûkrî were eşkerekirin û ji bo edaletê were radestkirin”.

Gêlo Elî anî ziman ku hikûmeta Başûr li ser kujeran dinixumîne û wiha dewam kir:

”Dixwazin bi şehîdkirina Şukrî Serhed re planên dewleta Tirk a qirker pêk bînin.”

Gêlo behsa ajanên dewleta Tirk yên li Başûr jî kir û ev tişt ji wan re got:

“Vegerin hişê xwe, hûn nikarin vîna me bişikînin, em xwediyê heqê û bangewazên azadiyê ne.

Lê hûn ajan û amûrên di destê dewleta Tirk de ne, wê rojeke were û hûn ê poşman bibin.”

Gêlo Elî bang li hikûmeta Başûr kir ku kujerê şehîd Şukrî Serhed eşkere bike û radestî edaletê bike.

Back to top button