Rûsiya gundê Beradê yê Şêrawa bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsiya careke din gundê Beradê yê navçeya Şêrawa bombebaran kir.

Li gor agahiyên ku li çavkaniyê herêmê ragihandine di vê topbaranê de herî kêm 10 çete hatine kuştin.

Ji vê sibehê ve balafirên şer ên Rûsiya êrişî gundên Şêrawa dike.

Beriya nîv saetê jî balafiran careke din li dijî gundê Beradê yê Şêrawa êrîşek hewayî pêk anî.

Saet 06:30’ê sibehê jî balafireke Rûsyayê gundê Basilê yê Şêrawa bombebaran kir.

Li kêleka vê yekê êrişên dewleta Tirk jî ên li dijî herêmê dewan dikin.

Herî dawî doh artêşa Tirk derdora embarên gundê Um El-Kêf ê dikeve rojavayê navçeya Til Temir topbaran kir.

Back to top button