Almanya Ji bo diyarkirina endamên meclisê, bi mîlyonan kes dengê xwe bikar tînin

Li Almanyayê ji danê sibê ve ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclisa Federal gel berê xwe da navendên dengdayînê.

Li gorî dema Ewrûpayê dengdayîn saet li 18’an bidawî dibe û paşê yekser wê jimartin destpêbike.

Piştî 16 salan ji desthilatdariyê, bi van hilbijartinan wê dawî li serdema Angela Merkel were anîn.

Sabê saet li 8’an gelê Alman berê xwe da navendên dengdayînê.

Ji encama îro derkeve holê, wê Meclisa Federal û her wiha hukûmeta nû werin diyarkirin.

Li seranserê welat 60 mîyon û 400 hezar hilbijêr hene.

Her wiha bi giştî 47 partî beşdarî hilbijartinê dibin.

Tevî kesên serbixwe, 6 hezar û 211 namzet hene.

Li 16 eyaletan jî wê dengdayîn li 85 hezar navendî pêk werin.

Ji ber vîrûsa Koronayê, hilbêjir neçar ku bi maskeyan biçin navendên dengdayînê û qelemên xwe bi xwe re bibin.

Li gorî encamên anketan, Partiya Sosyal Demokrat-SPD bi rêjeya ji sedî 25 li pêş xuya dikir.

Back to top button