TAJÊ: Divê jinên Êzidî dengê xwe bidin “Şêx Semîr derwêş”

Piştî 14 rojan, ango 10 Cotmehê,,

Welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê diçin ser sindoqên hilbijartinên pêşwext ên Parlamena Îraqî.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş,,

Her wiha namzetê serbixwe yê Silêmaniyê Mihemed Hesen xwe ji bo hilbijartinan xwe amade dikin..

Li gelek deveran welatî hêvîdar in ku hilbijartin guhartineke rasteqîn bi xwe re bîne..

Lê belê şêniyên Hewlêrê dibêjin ev hilbijartin, wekî yên berî niha, ti guhartinê çênake..

Li seranserî Îraq û Başûrê Kurdistanê, welatî benda hilbijartina 10’ê Cotmehê ne..

Di vê rojê de, hilbijartinên pêşwext ên Parlamena Îraqî dest pê dikin..

Ji 276 aliyên siyasî û 42 koalîsyonan, 3 hezar û 244 namzet tev li hilbijartinê dibin..

Li seranserî Îraqê 25 milyon û 139 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne..

Bi navê Partiya Azadî û Demokratîkê ya Êzidyan (PADÊ) Şêx Semîr Derwêş dê tev li hilbijartinê bibie..

Şêx Semîr ji bo Êzidiyan niha amadekariyan dike..

Şêx Semîr piştî gerîna li gelek deverên Şengalê, duh serdana navçeya Sinûnê kir..

Li wir bi germî ji aliyên şêniyan ve hat pêşwazîkirin..

Piştî serdanê Sinûnê, Şêx Semîr li Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê şahiyek li dar xist..

Di şahiyê de, bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sebîha Sebrî axivî..

Sebîhe got:

“Em bidestxistina mafên jinan di serkeftina PADÊ de dibînin.

Divê hemû jinên Êzidî dengê xwe bidin namzetê xwe Şêx Semîr.”

Li bajarê Silêmaniyê jî, namzetê serbixwe Mihemed Hesen piştî serdana bajarokê Jaraweyê yê Qeladizê,,

serdana Sengeserê kir..

Li wir, şêniyan bi germî ew pêşwazî kir û soza piştgiriyê dane wî..

Li gelek deveran Îraqî hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe pira guhartineke rasteqîn..

Lê belê şêniyên Hewlêrê dibêjin ew ê neçin ser nindoqan û dengê xwe nedin..

Hewlêrî her dibêjin eger hilbijartin wekî yên berê bin, dê ti encaman bi xwe re neyînin..

Back to top button