Aliyan li ser çareseriya aloziya Sûriyê digel hêzên hundirîn li hev kiriye

Piştî Rûsyayê, şandeya ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser pêk tê danûstandinên xwe li Amerîkayê dewam dike..

Rawestgeha pêşî ya şandeyê, Qesra Spî bû.

Di hevdîtinê de alî lihev kirin ku çareseriya herî guncav ji bo aloziya Sûrî, diyaloga di navbera hêzên hundirîn de ye.

Malper Medya Newsê ya bi Ingilîzî weşanê dike, têkildarî hevdîtina şandeya Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Amerîkayê agahî parve kirin.

Malperê diyar kir ku şande ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ahmed, Hevseroka Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê, Nazîre Gewriyê, Nûnera MSD’ê li Waşîngtonê Sînem Mihemed, Hevserokê Meclisa Dêrazorê Xesan El Yusuf û rêveberê MSD’ê Besam Seqer pêk tê.

Li gorî nûçeyê, hevdîtina pêşî ya şandeyî, li gel rayedarên Qesra Spî pêk hat.

Çavkaniyên Medya Newsê eşkere kirin ku hevdîtina aliyan erênî bi encam bûye û ev agahî dan:

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûrî teqez kir ku pirsgirêka Sûrî tenê dikare bi diyaloga navxweyî were çareserkirin.

Di vê pêvajoyê de lazime hukûmeta Şamê û hemû dînamîkên muxalefetê werin cem hev.

Hat zanîn ku aliyê Amerîkayê jî piştgiriya xwe ji bo pêşniyara şandeya Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kiriye.

Wekî din di hevdîtinê de rêveberiya Waşîngtonê desteka xwe a ji bo QSD’ê û Rêveberiya Xweser ragihandi ye.

Back to top button