Di 24 saetên dawiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûrî 396 kes bi Coronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê raghand ku 24 saetên dawiyê de 396 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ji kesên ku bi Coronayê ketine, ji wan 212 mêr, 184 jin in.

Desteyê da zanîn 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 26 hezar û 677 kes bi Coronayê ketine, 899 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 114 kes baş bûne.

Back to top button