Li wargeha penaberan a Mexmûrê sala nû ya xwendinê despêkir. 3 hezar û 500 xwandevan, bi kelecanek mezin danê sibê berê xwe dan dibistanan.
Li wargeha penaberan a Ş. Rûstem Cudî ya Mexmûrê piştî bêhnvedana salê, dibistan ji bo sala nû îro carekedin vebûn.
Li wargehê, 3 hezar û 500 xwandevan 5 dibistanên seretayî, dibistanek navîn û dibistanek amadeyî de bi zimanê dayîkê perwerde dibînin.
Têkildarî mijarê Mamoste Mihemed Bîlen bal kişande ser girîngîya perwerdê û got:
”Civakeki ku xwendina wî nebe, ew civak di alîyê pêşketinên xwe de jî dê kêm be. Pêwîste xwandevanên me di sala nû de bi dilek germ û coşek mezin dest bi dibistanê bikin.”
Mamoste Bîlen keda Rêber Apo bibîrxist û got:
”Em weke mamoste û xwandevanên wargeha Mexmûrê, rêzdarî û minnetdarîya xwe li hember mamosteyê mezin Rêber Apo re nîşan didin.”