Ciwanekî Kurd li girtîgeheke Tehranê di bin êşkencê de jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê di girtîgeha rêjîma Îranê de, di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

22’yê Îlonê ciwanê bi navê Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî ku ji bajarokê Sîrwan a girêdayî Îlamê ye, li girtîgeha Feşfuye ya li Tehranê di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Duh malbat û xizmên wî li ber girtîgehê daxwaz kirin ku rayedarên rêjimê di derbarê mirina kurê wan de sedemê eşker bikin.

Yek ji xizmên wî têkildarî mijarê agahî dane Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê û got,

“Ji beriya deh rojan Emîr ji bo wergirtina wesayîta bavê xwe diçe yek ji navendên polîsan ên li Tehranê.

Lê li wir ji ber dosyek kevin, tê binçavkirin û dişînin girtîgeha Feşfuye.”

Hate diyar kirin ku Emîr şeva 21’ê Îlonê bi telefonê ji bavê xwe re gotiye ew di girtîgehê de rastî êşkenceyeke giran hatiye û dê wî bişînin nexweşxaneyê.

Malbatê da zanîn ji bo dîtina Emîr çûn nexweşxanê, lê rayedarên rêjimê destûr nadin ku wî bibînin.

Hat gotin, Piştî rojekê berpirsên girtîgehê bi telefonê xebera mirinê ji malbata wî re radigihînin.

Back to top button