Desteya Bilind a Dadwerîyê ya Iraq ê, ji bo 3 kesên ku tevlî civîna 24 Îlonê ya li Hewlêrê bibûn biryara girtinê da.
24 Îlonê li Hewlêrê bi beşdarbûna hîn serokeşîrên Ereb û leşkerên payebilin ên kevin yên artêşa Iraqê, civinek bi navê ”Başkirina peywendîyên Îsraîl û Iraqê” lidarxistibûn.
Kurê serokkomarê Îsraîlê yê berê Shîmon Peres, yê bi navê Chemîn Peres jî tevlî civînê bû.
Serokên Tevgerên Şîa, Muqteda El-Sedir û El-Hikmel Niştimanî jî li ser hesabên xwe ên Twîterê nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê dan û xwestin ku hemû kesên tevlî vê civînê bûne werin girtin.
Bûroya Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî jî bi daxuyanîyeki da zanîn ku ev civîn, li dijî başkirina peywendîyên Îsraîl û Iraqê ye.
Îro jî biryara girtina 3 kesên ku tevlî civînê bûne hate dayîn.