Efxanistan..Talîbanê 4 kes kuşt û cenazeyê wan jî daliqand

Tevgera piştî derbasbûna mehekê ji kontrolkirina Efxanistanê, careke din rûyê xwe yê rast nîşan dide.
Talîban li herêma Xerat 4 kesên ku kuştî, cenazeyê wan li qada bajar daliqandin.
Ev yek jî piştî Berpirsê “Polîsên Şerîatê” yê Tevgerê eşkere kir ku ew ê cezayên darvekirin û jêkirina destran bicih bîne pêk hat.

Di wextekî de ku cîhan daxwaza guhertinên erênî li Efxanistanê dike, tevgera Talîbanê li “qanûnên şerîatê” vedigere.

Talîbanê ragihand ku li bajarê Xerat ê Efxanistanê 4 kes ji ber sûcê revandinê bi guleyan hatine kuştin.

Cenazeyên çar kesan li navenda bajar hatin daliqandin.

Li gorî nûçeya BBC, çar kes li Xeratê bi revandina karsazek ​​û zarokê wî hatin tawanbar kirin.

Di dema ku çekdarên Talîbanê xwestin van kesan bigrin, şer rûdaye.

Di encamê de 4 kesên qala wan tê kirin hatin kuştin.

Piştre jî cenazeyê van kesan jî li nava bajar hatin daliqandin.

Cîgirê Parêzgarê Xeratê Maulwai Shair got,

Laşê van kesan “ji bo mînak” hatin daliqandin.

Cezayên darvekirin û destjêkirinê têne bicihanîn

Beriya niha tevgerê eşkere kir ku ew ê cezayên darvekirin û jêkirina destran bicih bîne.

Berpirsê “Polîsên Şerîatê” û ji damezrênerên Tevgera Talîbanê Melle Nûreddîn Turabî di bin navê peydakirina ewlehî û parastinê, hin rêze biryarên nû eşkere kirin.

Turabî di hevpeyvîneke xwe a li gel ajanseke nûçeyan, biryarên qanûnên şerîatê yê Talîbanê eşkere kiribû.

Li gorî rayedarê Talîbanê, wê cezayên darvekirin û jêkirina destan careke din werin bicihanîn.

Back to top button