Li Tebqayê 2 Şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin

Duh Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê 2 Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, li goristana Şehîdan spartin axê.
Her du şehîd Mehmûd EL-Ilêwî (Zêdan) û Yûnis El-Himêd (Abdîn) 21’ê Kanûna sala 2016’an di operasiyona Xezeba Firatê ya rizgariya Reqayê de, şehîd bûbûn

Bi sedan şêniyên Tebqayê, nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran şehîd Mehmûd EL-Ilêwî (Zêdan) û Yûnis El-Himêd (Abdîn) ji goristana Cirniyê birin Goristana Şehîdan a Tebqayê.

Li goristanê, tevî deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyan, merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve dest pê kir.

Pişt re li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ereb, û li ser navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mehmûd El-Elî, axivîn.

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan careke din hate dubarekirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button